Tora Piştevaniya Bi jinên Siyasetmedar re, diyar kir ku divê jin bi awayekî aktîf li Başûrê Kurdistanê siyasetê dikin li hember tehdîdan serî netewînin û got ku xebatên jinan tên reşkirin û tê xwestin ku pêşî li wan bê girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Tora Piştevaniya Bi jinên Siyasetmedar re, Tevgera Goran, YNK, PDK, Yekgirtû û rayendarên Partiya Komunîst li Otêla Şîraton a li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî ji aliyê endama Tora Piştevaniya Bi jinên Siyasetmedar re Sakîne Şêxanî ve hat xwendin.
Sakîne anî ziman ku Herêma Kurdistanê di pêvajoya du hilbijartinên girîng re derbas dibe û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Ji van hilbijartinan yek jê hilbijartina parlamentoyê ku wê di dawiya Îlonê de bê kirin û ya din jî ku li bendê ye di dawiya salê de bê kirin Hilbijartina Encûmenên Bajarane. Reşkirina xebatên jinan ên di nava siyasetê de diziya ji civakê ya bi awayekî din e. Torên civakî, bi dîmenên kirêt û fotoyên xirab tên serwîskirin û tên reşkirin. Ev jî rê li pêş xebatê jinan digire.”
Sakîne li ser navê jinan bang li welatiyên li Herêma Kurdistanê kir ku li dijî kesên dijminatiya jinê dikin helewsta xwe nîşan bidin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em dixwazin ku kesên rê li ber xebata jinan digirin bi cezayê herî giran bên cezakirin. Herwiha divê jinên çalakvan û siyasetmedar jî li hemberî van tehdîdan serî netewînin û paşve gavê neavêjin.”