Li navçeya Hezo ya Êlihê di şer de 2 leşkerên Tirk a dagirker hatin kuştin.
ÊLIH – Li herêma navbera gundê Kûmlûpinar û gundikê Kocabey ên navçeya Hezo ya Êlihê, ji ber operasyona leşkerên Tirk a dagirker şer derket. Di şer de 2 leşker birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezo ye. Leşkerên birîndar li nexweşxaneyê mirin.
Herêma ku operasyon lê dewam dike, ji aliyê helîkopteran ve tê bombekirin.
Walîtiya Tirk a li Êlihê piştrast kir ku 2 leşker a dagirker hatine kuştin.
HPG’ê li ser mijarê hîn daxuyaniyek nedaye.