Di encama qonaxa yekem a turnuvaya netewî ya Ciwanên Kurd li herema Bazyan tîma bi navê Gencanî Bazyan biserketin.
BAZYAN – Turnuvaya Netewî ya ciwanên Kurd a ku Rêkxirawa Jiyanewey Gencan (Rêxistina Vejîna Ciwanan) dardixe li heremên başûrê Kurdistan rêvediçe.
Li herema Bazyan yekem qonaxa turnuvayê îro bi maça fînalê bidawî bû. Maça fînalê di navbera tîma Gencanî Bazyan û tîma Şehîd Ehmed hat lîstin. Maça fînalê 5 bi 1 serkeftina Tîma Gencanî Bazyan bi encam bû.
Dawîya Maçê de Rêxistina Vejîna Ciwanan a Herema Bazyan kupaya qonaxa yekem dane tîma serkeftî.
Li gor vê encamê Tima Gencanî Bazyan derbasê qonaxa duyemîn bû. Derbûna Tîma Ş. Ehmed jî wê li gor encamên hemû qonaxên yekem yên li hemû hereman were diyarkirin.