Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ev meh û nîveke ji bo piştgrîya çalakîya mertalên zindî li Qendîlê ne.
QENDÎL – Çalakîya mertalên zindî a kû ciwanên Başûrê Kurdistanê bi pêşengtîya Komeley Gencanî Wilatparêzî Kurdistan (Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan) 85 rojin berdewam dike. Komek ciwanên nûnerên YCR, YJC û Ciwanên PYD’ê ev meh û nîveke Cîhên xwe di çalakÎya Mertalên zindî de digrin.
Endama Ciwanên PYD’ê û çalakvana mertalên zindî Şîlan Ehmed da diyar kirin ku ew bi hêz û moraleke mezin jibo piştgrî dayîna Ciwanên Başûr û cîhê xwe di berxwedana Başûr’ê Krurdistanê de bigrin hatine Qendîl’ê û got ‘’ Li vir me gelek çalakî pêkanî gelek daxuyanî dan û rpjên jibo tevgera azadîya Kurdistanê û hemÛ gelê Kurd re girîng pîroz kir. Gelê Başûrê Kurdistanê hîç me li vir bitenê nehîşt. ‘’ û wiha berdewam kir ‘’ Çawa kû Ciwanên Başûrê Kurdistanê hertim jibo piştgirîya Şoreşe Rojava û bi taybet jibo Berxwedana Serdemê dinav çalakîyan de bûn em jîweke ciwanên Rojava hatin Qendîl’ê û tevlî çalakiya Mertalên Zindî bûn. Em li vir weke Ciwanê Kurd vê mîrasa berxwedana hevpar ya ciwanên Kurd xwedî derdikevin û dubare dikin.’’
Ciwanên Rojava li gel ciwanên Başûr in
Ehmed di berdewamî ya axaftina xwe de balkişand ser hêze yekgirtî ya ciwanan û got ‘’ Çalakiyên jibo piştgrîyê didin nîşan kirin ku dijminên gelê Kurd çiqas bixwazin Kurdan parçe bikin jî negihîştine armancên xwe. Em li vir dibêjin Ciwanên Rojava li gel Ciwanên Başûr in.’’ Ehmed li ser rola ciwanan jî axifî û got ‘’ bi pêşengtiya jinên ciwan û helwesta ciwanan ev siyaseta parçe kirinê wê têk biçe’’
Ev hêza yekîtiyê hêza felsefeya Rêber APO’ye
Ehmed destnîşan kirin ku di rojhilatanavîn de Taybet li Kurdistanê sînaoran derbas kirin û yekîtiyek ava kirin hêsan nîne û got ‘’ Ev pêşketinên niha li Kurdistan û rojhilatanavÎn rû didin tiştên hêsan nînin. Ew sînorên hatine kişandin derbaskirin bi taybet jibo ciwanên Kurd cesaret dixwaze. Ciwanên Kurd vê hêz, moral û cesaretê ji şehîdên şoreşê û Rêber apo digrin. Ev hêza yekîtiyê Hêza felsefeya Rêber APO ye.’’ û bang li ciwanên Kurd kir. ’’ Pêwîste ciwanên çar aliyên Kurdistanê jibo azadiya Rêber Apo serî hildin. Fikir û felsefeya Rêber APO niha li rojhilatanavîn weke çemekî diherike pêwîste em tecrîda li ser Rêber APO bişkînin û Rêberê xwe azad bikin.’’