Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand li Payizava ya Wanê, 22’yê Tebaxê di şer de du gerîla şehîd bûne û nasnameya wan ragihand.
NAVENDA -NÛÇEYAN – HPG’ê got, ‘’22’yê Tebaxê saet 12.30’an artêşa TC’ê ya dagirker li qada Tirşinê ya Payizava ya Wanê operasyonek da destpêkirin’’.
Daxuyaniya HPGê wiha ye:
‘’Hêzên dagirker bi balafirên şer û helîkoptêrên tîpê kobra qad bombe kirine û piştî bombekirinê helîkoptêrên skorskyê leşker li qadê danîne. Piştî ku leşker hatine danîn, di navbeyna hêzên me û leşkerên dagirker de şerekî giran rû daye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, hevalên me Dijwar û Rûken ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin, şehîd bûn.
Agahiya nasnameyê ya du gerîlayên ku şehîd bûne, wiha ye:
Nasnav: Dijwar Colemêrg Nav û Paşnav: Yilmaz Aşan Cihê Jidayikbûnê: Mersîn Navê Dayik – Bav: Caziye – Omer Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an |
Dijwar – Yilmaz Aşan
Nasnav: Rûken Faraşîn Nav û Paşnav: Nîharî Yacan Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik – Bav: Hezni – Omer Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an |
Rûken – Nîharî Yacan