Li Ezazê di hevdîtina MÎT û çeteyan de teqînek pêk hat

Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê yê Bakurê Sûriyeyê dema ku rayedarên MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk li hev civiyabûn, teqînek pêk hat.

NAVENDE NÛÇEYAN – Li Ezazê ya ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ye vê sibehê teqînek hate kirin. Di vê teqînê de 15 kes mirin û ji 20’î zêdetir kes jî birîndar bûn.Hate diyarkirin ku dema ku rayedarên MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk hevdîtin dikirin, li pêşiya konê wan ê hevdîtinê teqînek pêk hatiye. Ji ber teqînê xisareke maddî pêk hatiye û hate diyarkirin ku hejmara mirî û birîndaran dibe ku zêdetir bibe.

Nayê zanîn ku ev teqîn ji aliyê kê hatiye kirin.

Nivîsa Pêş