Şewata li Kurdistanê ji ber tobarana bi obus, hawan û balafiran yên Dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Li gundên Bedehê, Orê û Babîrê yên li herêma Metînayê, ji ber êrîşa Dewleta Tirk a dagirker şewat derket. Hikumeta herêma Kurdistanê ya Federal ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber bomberdûmana bi obus, hawan û balafirên şer li gelek deveran şewat derket. Herî dawî li gundên Bedehê, Orê û Babîrê yên herêma Metînayê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şewat derket.
Şewata li gundê Babîrê piştî çend saetan li qadeke fireh belav bû. Ji bo agir bi gund nekeve, gundî hewl didin şewatê vemirînin. Hikumeta Kurdistana Federal ji bo vemirandina şewatê heta niha tiştek nekiriye. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan.