Li Êlihê li ser malperên înternetê bi awayekî aşkere fuhûş tê kirin û her wiha hin malper jî navên hin saziyên fermî bi kar tînin.
ÊLİH-
Di dema Rewşa Awarte û piştî wê de li bajarên herêmê li ser kurdan polîtîkayên çewisandin û tepisandinê bênavber didomin û her wiha ji astengkirina tiryakê û fuhûşê jî hema bêje tu tişt nayên kirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiyê Zanyariyê malperên nûçeyan ên li hemberî îktîdara siyasî muxalefetê dikin yeko yeko tespît dike û wan digire, lê belê li Êlihê ji bo malperên înternetê yên bi awayekî aşkere fuhûşê berbelav dikin xwe li bêdengiyê datîne.
Li Êlihê fuhûş li ser malperên ‘batmanwallpaper.net’, ‘batmanziraatodasibaskanligi.com’, ‘batmangamesforkids.com’, ‘batmanmutlusonhamam.xyz’, ‘masajsalonubatman.org’, ‘batmanescortucuz.com’ tê kirin. Her wiha tevî navenda Êlihê li taxên wê yên li derdorê jî fuhûş tê kirin û bazarkirina fuhûşê û peydakirina cihê wê bi rêya telefonan tê kirin. Tê diyarkirin ku li bajêr kesên di nav kesên ku fuhûşê berbelav dikin de kesên biyanî û kesên ji 18 saln biçûktir jî hene.
Kesên ji bo fuhûşê navbeynkariyê dikin û fuhûşê dikin, îlanan didin malperên înternetê û di van malperan de wêneyên tazî û hejmarên telefonan hene. Dema li van telefonên li ser malperên întertê tê gerîn, ewil kesên ji bo fuhûşê navbeynkariyê dikin û kesên fuhûşê dikin telefonê vedikin. Piştî telefonê gazî kesên digerin dikin.
ZAROKAN BI KAR TÎNIN
Tê îdiakirin ku hin xwendekarên zanîngehê jî fuhûşê dikin û her wiha tê diyarkirin ku gelek zarokên keç ên di biniya 18 salan de jî daxilî vê fuhûşa li ser malperên înternetê hatine kirin.
DI MALPERA SEROKATIYA ODEYA ZÎRAETÊ DE ÎLANA FUHÛŞÊ
Bi dehan malperên înternetê û hesabên medyaya civakî îlanên fuhûşê bi awayekî aşkere dikin. Lê belê tişta balkêş jî ew e ku di nav malperên ku kesên fuhûşê dikin û navbeynakriyê dikin de malperên înternetê yên saziyên fermî jî hene. Di nav van navnîşanan de navê Serokatiya Odeya Zîraetê jî derbas dibe. Têkildarî vê em bi rayedarên saziyê re axivîn û gt, malper ne a wan e.
MALÊN BI KIRÊ YÊN ROJANE NAVNÎŞANA FUHÛŞÊ NE
Hat diyarkirin ku şebekeya fuhûşê hema bêje li her taxên bajêr berbelav bûye û nemaze jî ev şebeke ji bo fuhûşê malên bi kirê yên rojane bi kar tînin û di hudnurê wesayîtên li nav erdên beyar fuhûşê dikin.