Di xebatên jineolojî ya ciwana îro li bajarê Derîke bernamek çand û jin hat çekir.
DERÎK – Li bajare Derîke beranamek bi navê çand û jin hat daxistin. Bernamê di alî Jineolojî Ciwan û YJC hat sazî kirin. Bernamê di seat 10 de li çand û hûnerê Dijle ya Derîke despekir. Jinên ciwan Kurd, Suryan, Aşur, Ermen û Ereb di astaye Herêma Cîzîr hatin.
Bername bi xêr hatina hemû jinên ciwan di alî peşvenkvan û bi semînerek ser mîjarên xwebun, jin bi giredaye çanda xwe û teqlîd kirina çandên din. Semîner di alî Jînda Mûnzur hat dayin û bi niqaşen ji gelek jinên ciwan berdevam kiriye.
Piştre semîner filmek ‘darê bê tenê’ ser dengbejên Kurd, Ereb û Suryan hat nîşan dayin. Fim giredaye mîjara çanda xwe bijîn û biparezên. Bername bi lîstokên aşur û suriyanî berdevam kir û filmek ser ciwanên suryan û govenda wan û taybet ya jinên ciwan hat nîşan dayin.
Di navbera de hemû jinên ciwanên bihevre govend lîstin û hevdû naskirin. Di dawî de jinên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen beş beş bi cil û bergê xwe, xwe da naskirin.