Tûra yekemîn a qonaxa yekem a tûrnûvaya futbolê ya netewî ya Ciwanên Kurd a li herema Kerkûk’ê doh şev bi du maçên hatin lîstin ve qediya.
KERKÛK – Qonaxa yekemîn a tûrnuvaya futbolê a netewî ya ciwanên kurd a ku Rêkxirawî Jiyanewey Gencan dar dixe li herema Kerkûk’ê berdewam dike. Tûra yekemîn a qonaxa yekemîn doh bi 2 maçên hatin lîstin ve qediya. Qonaxa yekem îşev wê bi pênc maçên tûra duyemîn ve berdewam bike.
Maçên doh şev di navbera tîmên Ewîn – Mezopotamya , Qendîl – Dana da hat lîstin, Lawan – Îmam qasim, Ronakî – Yasîn û Rizgar – Çalak de hatin lîstin.
Di maçên doh şev de taktîkê parastinê li pêş bû. Tîmên ku şansê êrîşê dest xistin û di êrîşê de baş bûn serkeftî bûn.
Encamên ku di maçên doh şev de hatin dest xistin jî wiha bûn.
Mezopotamya 3 – 0 Ewîn
Îmam Qasim 2 – 7 Lawan
Qendîl 5 – 2 Dana
Ronakî 5 – 3 Yasîn
Rizgar 5 – 2 Çalak
Li gor van encaman maçên tûra duyemîn jî wiha ne;
Hewrêyan – Diyar (îşev)
Lawan – Hêdî (îşev)
Mezopotamya – Ronakî (şemî )
Qendîl – Rizgar (şemî)