Qonaxa yekem a turnuvaya futbolê a netewî ya ciwanên kurd li herema raperîn a ser bi Slêmanî jî doh şev destpêkir.
RANYA – Qonaxa yekem a Turnuvaya futbolê ya Netewî ya Ciwanên Kurd a kû Rêkxirawî Jiyanewey Gencan (Rêxistina Vejîna Ciwanan)dardixe doh şev bi du maçên ku hatin lîstin ve destpêkir.
di darxistina qonaxa yekem a li herema Raperîn de ruxmê ku gelek astengî hatin derxistin Vejîna Ciwanan li herema raperî bi 4 tîman qonaxa yekemîn pêk dîne. Asayî wê qonaxa yekem bi 12 tîman pêk hatiba.
maçên doh şev di navbera tîmên Jarewe – Tewjim û Hewrêyan – Dêrînekan de hatin lîstin. Maçên kû hatin lîstin gelek bi kelecan bû. Maç di navbera Jarewe û tewjim de hat lîstin maçeke hevseng û bi hêz bû Jarewe di nîva yekem de kontrol girt destê xwe û nîva yekem 3-0 dawî bû. Di nîva duyem de jarewe hewlda rewşê biparêze jî tewjim rewş kir 3-3 . di deqqeya 60+2. de jarewe golek bi dest xist û 4-3 qediya.
Maça duyemîn di navbera Hewrêyan û Dêrînekan de ha lîstin dest pêka maçê hevseng bû herdû tîma jî hevdû ( zorleme ) kirin û nîva yekem 3-2 bi serkeftina Hewrêyan bi dawî bû. Hewrêyan lez û bi hêz dest bi niva duyemîn kir û serhev golan dest xist û Maç 7-2 bi serkeftina Hewrêyan qedîya.