Komên çete li ser bidestxistina riyek ji bo qaçaxçîtiyê tê bikaranîn bi hev ketin, di şer de zêdeyî 13 çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyekî ji navçeya Bilbilê ji ajansa me re diyar kir ku duh li gundên Hiyamî, Elî Garo û Zeira yên navçeya Bilbilê di navbera çeteyên Koma Sultan Mûrad ji aliyekî ve û Ehrar El- Şerqiya û Ceyş Isûd El-Şerqiyê li aliyekî din ve şer derket.Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete li ser bidestxistina riyeke ku ji bo qaçaxçiya madeyên hişberiyê ber bi Tirkiyê ve dihat bikaranîn şer kirin.
Li gorî çavkaniyan, şer bi saetan berdewam kir, herî dawî leşkerên Tirk bi çete mûdaxele kirin û şer sekinandin.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dane, ji ber şer 13 çeteyên hatin kuştin, piraniya wan ên Furqet El-Hemzat in, navên hin çeteyan hatin naskirin (Umer Ebdonî Kurdî ji gundê Xelyelok, Ebdulqadir Mişo ji Helebê ye, Emar Kirêz ji taxa Selahedîn a Helebê ye, Mihemed Beyok Tirkumanî ji gundê Hercelê ye û serçeteyek bi navê Mistefa Mihemed).
Çavkanî: ANHA