Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho têkildarî êrîşên Komera Îslamî ya Îranê ya di van demên dawî de li ser Kurdan û Başûrê Kurdistanê pêk tên û krîza niha ya hikûmeta Îraqê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed eşkere kir ku êrîş agirê hêrsa gel zêde dike û got; “Komara Îslamî ya Îranê ji her alî ve krîzê girtiye, rastî krîza hundirîn û derve hatiye. Ji bo derbasbûna ji vê krîzê serî li hijarteka alozî û şer û tûndiyê daye. Herwiha ji bo mayîna li ser desthilatdariyê hewl daye, şer ji sînorên xwe dûr bixe. Berdewamkirina vê siyasetê, bi taybet di vê rewşa de Îranê ber bi mirinê ve dibe. Bi siyaseta girtin, sêdarê, teror, êrîşên leşkerî birîna li ser têkoşerên Kurd û qada têkoşîna demokratîk wê bibe sedem ku li Îran û Kurdistanê gelê Kurd rêya berxwedana demokratîk hilbijêre. Herweha dibe sedemek ji bo destwerdana hêzên derve li ser Îranê. Lewma bi gurkirina şer û aloziyan wê nakere dawî li krîza navxweyî bîne, aramî û ewlehiyiyê li Îanê pêk bînin. ”
‘Êrîşkirina li ser Kurdan xwekujiya siyasî ye’
Amed Şaho diyar kir ku li dijî Kurdan şerkirin xwekujiya siyasî ye û wiha pêde çû; “Êrîşên hovane yên Komara Îslamî ya Îranê destpêkirina qonaxekî nû ya komkujiya ser Kurdan e. Piştî hevdîtina sê alî ya Enqere, Tehran û Moskova, bi taybet bi hemahengiya dewleta Tirk hevpeyaniyan çêdikin. Beşek ji êrîşan girêdayî ji ber nerazîbûn û bertekên gelên nava Îranê ye û beşek ji girêdayî şikestina siyasî, dîplomasî û aborîya Komera Îslamî ya Îranê ye. Dixwaze bi êrîşan şikestinên xwe veşêre. Rejîmekî ku di warê siyasî, aborî, civakî, îdarî û dîplomasî de di nava krîzê de bigevize, hilbijarteka êrîşkirina li ser gelê Kurd yan her gelekî din ê Îranê ji bo tenê xwekuştina siyasî ye.”
Şaho destnîşan kir ku eger rejîma Îranê bi hînceta ku Kurd di çavçoveya siyasî ya hêzên derve de li dijî Komara Îslamî ya Îranê de di nava tevgerê deye, hîncekî bêbingehe û ji rastiyê dûre û got; “Heta niha Kurd nebûne aliyek ji pirsgirêk û pêşbaziya siyasî û aborî ya Amerîka û Îranê. Diyare rejîma Îranê bi sedemên bêbingeh dixwaze dengên nerazî û îradeya azadîxwaz a gelan bişkêne.”
‘Li Îranê Kurd xwedî bi hêzin’
Şaho da zanîn ku Îran bi êrîşên li ser Kurdan nekare dawî li ambargo û nerazîbûnên sivîl bîne û got; “Desthilat divê li hemberî gelên azadîxwaz û hêzên cîhanî xwe biguhere, berevajî, divê rejîm hesab ji bo wê yekê bike ku li Îranê Kurd xwedî hêze û gelê herî bi rêxistinkirî û enerjiya têkoşîna demokratîk û aştiyê ye. Êrîşkirina li ser gelên azadîxwaz û xwedî îrade wê agirê hêrsa gel geş bike. Lewma piştgirîkirina şerekî di hundirê Îranê de wê derferê çareseriya aştiya ya doza Kurd û çareseriyên demokratîk ên hemû krîzên navxweyî yên Îranê ji holê rabike”
‘Şer pirsgirêka Kurd û krîzên Îranê çareser nake’
Amed Şaho eşkere kir ku wê li Îranê şer pirsgirêka Kurd û krîzên Îranê çareser neke û wiha pêde çû; “Ji aliyê rejîma Îranê ve serîlêdana şer wê pirsgirêka Kurd û gelan çareser neke. Ev êrîşane îsbata vê yekê ye ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê li hemberî îradeya Kurdane û bi geşkirina şer dixwaze derfetê nerazîbûnên medenî yên gel ên seranserî Îranê ji holê rabike û welat mîlîtarîze bike. Bi êrîşkirina li ser Kurdan rejîn dixwaze berê têkoşîna demokratîk a gelê Kurd a li ser hînê paradîkmeya civaka demokratîk, jîngeparêze û azadiya jin biguhere. Ango bi şer careke din bi hîncetên cuda cuda dixweze derfetên komkujiya Kurdan xweş bike. Divê rejîm baş bizanibe, ger tiştek wiha pêkwere, wê agirê tol standinê li seranserî Îranê belav bike. Şerê li dijî Kurdan wê ti sûdê ji bo Îranê nebe. Eger di vê demê de, hilbijarteka Îranê peywendî bi xeleka faşîst a Tirkiyeyê û neyranên Kurdan yên li dijî destkeftiyên Kurdan ve heye û xwendinekî rast li ser hebûna Kurdan a li herêmê neke, wê rastî ziyanek mezin were.”
‘Êrîşkirina li ser Kurdan ji bo Îranê daveke’
Şaho eşkere kir ku êrîşkirina li ser Kurdan daveke ji bo Îranê hatî vedane û dijminên demokrasî û azadiyê dixwazin şer li herêmê gur bibe û wiha destnîşan kir; “Eger şer di navbera Kurd û rejîmê de pêş bikeve, wê tenê dewleta Tirk û welatên bi hêz jê sûd bigirin. Lewma Kurdên azadîxwaz timî girîngiyê didin çareseriya bi aştiyane. Xwe ji şer û aloziyan dûr digirin. Lê, ger şer bê li ber deriyê Kurdan, rejîm siyaseta xwe ya şer berdewam bike, wê gelê Kurd jî di çarçoveya mafê xwe parastinê de mafê xwe yê parastinê bi kar bîne. Bêguman Kurdên Apoyî di wê baweriyê dene ku pirsgirêka Kurd bêyî çaserserkirina pirsgirêkên gelên azadîxwaz Belûçistan, Ehwaz û hemû pêkhateyên cuda û meshebên din çareser nabe. Lewma yekane rêya azadiya gelên Îranê ji rejîma dagirker yekîtî û yekbûna di navbera hemû hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ye. ”
‘Ger rejîm serî li ser bide, ji derveyî berxwedanê ti rêyên din ên Kurdan nîne’
Şaho bal kişand li ser siyaseta şer a rejîma Îranê û got; “KODAR û PJAK weke hêzekî çalak û radîkal li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokrasiyê bijardeya me ya sereke dîplomasî û aştî ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û krîzên hindirê Îranê de me nexşerêyek ji bo demokrasîkirina Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û yekîtî û bihevre karkirina hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir. Ango weke hêzekî bi projeyên demokratîk amadeyîn parastina mafê rewayê gelê xwe bikin. Di heman demê de, eger rejîma Îranê li ser siyaseta xwe ya çewsandin û qetilkirina Kurdan îsrar bike, wê demê Kurdan ji derveyî berxwedan û têkoşînê ti rêyên din nîne.”
‘Divê êrîş bibin havênê yekgirtina nava mala Kurdan’
Şaho têkildarî yekîtiya gelê Kurd jî wiha destnîşan kir; “Mixabin, hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê nexwedî siyasetekî hevbeş û yekgirtî ne. Ev jî derfetê ji bo xweş dike ku êrîşî Kurdan bike.Hêz û aliyên siyasî yên Kurdan çiqas belave bin wê ewqas siyaseta dagirkeriyê ya Komera Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û berfirehtir bibe.”
‘Niha Îran di dema xwe ya lewaz de ye’
Şaho da zanîn ku rejîma Îranê di qonaxe ya lewaz de ye û di her warekê de di bin zextan de ye û wiha domand; “Lewma divê Kurd tevî kemûkurtiyên xwe yên hundirîn, weke bi hêztirîn û aktîvtirîn enerjiya têkoşînê demokrasiyê li hundirê Îranê rol bigire. Ji bo demokrasîkirina Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêşengiyê bike. Divê êrîş bibin havênê hevsengî û yekîtiya nava mala Kurdan.”
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho wiha dawî li axaftina xwe anî; “Tişka cihê kêfxweşiyê, ewe ku gelê Kurd li dijwartirîn qonax de bi yekrêzî û yekdengî li dijî siyaseta Komara Îslamî ya Îranê rawestiya. Bi taybet bertekên li dijî êrîşa hovene ya rejîma Îranê ya li dijî têkoşerên Kurd, bi girevekî giştî destpê kir. Vê helwestê rejîma Îranê matmayî hişt. Helwesta radîkal a gelê Kurd wê destpêkirina qonaxekî nû be li hemberî rejîma Îranê. Divê em gelek bi hestyar nêzî pirsgirêka Kurd bibîn. Eger hemû hêz û aliyên siyasî li şûna pişta xwe bidin hêzên derve, îlhamê ji têkoşîna demokratîk a gelan bigirin, wê Kurd bibin xwedî pêşerojek geş.”
RojNews