Platforma ‘Erdogan not welcome’ daxuyaniyeke nivîskî da, got, dîktator Erdogan ê ku dijminê gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ye, bi hişmendiya DAÎŞ’ê ye û dijberê demokrasiyê ye, 24’ê Hezîranê di hilbijartinê de vîna gelan bi rengekî ne rewa desteser kiriye û dîktatoriya xwe didomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma ‘Erdogan not welcome’ got Erdoganê dîktator û tifaqa wî ya faşîst zexte li ser akademîsyen, nûçegihan, rewşenbîr, sendîkaavn, rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê û Tirkiyê, li ser muxalîfên Tirkiyî dike, ji bo ku bi komkujî û girtinan wan bêdeng bike her rêbazê bi kar tîne, dixwaze welêt bike yek reng û domand:
”Bi polîtîkayên yekrengkirinê qîma xwe pê nayîne ku ji bo tinekrina hemû nasname û baweriyan rêbazên qirêjî bi kar bîne, her wiha polîtîkayên şer û komkujiyê dixwaze li derveyî sînorên Tirkiyê jî bidomîne.
Piştî dagirkeriya Efînê û êrîşên ser Rojava niha jî êrîşê dibe ser Başûrê Kurdistanê û berê xwe daya dagirkirinê. Ev armancên dewleta Tirk ku bi fînansekirin û xwedîkirina çeteyên mîna DAÎŞ’ê yên piyon dixwaze şer li Rojhilata Navîn belav bike, ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine têkbirin. Dîktator Erdogan û tifaqa wî ya faşîst ku ji têkçûnê dersan nastîne, êdî vî şerê qirêjî bi rengekî vekirî û rasterast bi rê ve dibe.
Ev şerê qirêjî û polîtîkayên wî ji hêla raya giştî ve hatiye dîtin, ji hêla demokrat, pêşverû û alîgirên wekheviyê ve bi çalakiyan hatiye protestokirin.”
Di serî de Elmanya gelek hikûmet û saziyên navnetewî ku guhê xwe ji van protestoyan û helwestan re girtine bi bêdengiya xwe destekê didin van polîtîkayên qirêjî û şer.
Welatên Ewropayê ji bo peymanên qirêjî yên bi TC’ê re, ji bo berjewendiya firotina çekan û aboriyê, nirxên mirovahiyê binpê dikin. Elman ku bi firotina tang û amûrên şer destekê dide şerê qirejî, qîma xwe bi vê jî neaniye, 28-29’ê Îlonê Erdoganê dîktator vexwendiye Elmanayê. Dewleta Elman bi vexwendiya Erdogan ê ku sûcê şer kiriye û dagirker e, nirxên mirovahiyê û wijana mirovahiyê binpê kiriye. Lê Elmanya li şûna ku bi merasîma leşkerî Erdogan pêşwazî bike, divê bi wê ristê rabe ji bo ku dîktator Erdogan ê ku sûcê şer kiriye, li dadgehê navnetewî were darizandin, hewl bide.
Em saziyên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi platforama bi dirûşma ‘Erdogan not welcome’ 22’yê Îlonê em ê li eyaletan dîktator Erdogan ê ku dijminê demokrasiyê ye bi meşan şermezar bikin.
Em platforma ‘Erdogan not welcome’ banga me li saziyên Kurd, Tirk, Asûr-Sûryan, Laz, Çerkez, Ermen, jin, ciwan, Elewî, Misilman, Xiristiyan, Êzîdî yên Elmanyayê ew e ku 22’yê îlonê tevlî meşên ‘dîktator Erdogan tu nebixêr hatî’ ya li bajar û adrêsên jêrêbibin, em bang li hemû demokrat, şoreşger, tevgerên aştî, jin, ekolojîst dikin.
Banga me li pariyên siyasî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên aştiyê, hemû şoreşger û demokratan ew e ku 22’yê Îlonê bang li meşên li bajarên jêre bibin û li dijî dîktator Erdogan, em bloka demokrasiyê û wekheviyê bi çalakiyên hevpar dengê xwe bilind bikin.”
Cih û dema çalakiyan:
BERLÎN
Cih: Hermannplatz
Saet: 17.30
HAMBURG
Cih: Merckado-Altona,
Saet: 15.00
BREMEN
Cih: Haubtbahnhof-Bremen
Saet: 15.00
HANNOVER
Cih: Opernplatz-Hannover
Saet: 14.00
DUSSELDORF
Cih: Platz Vor dem Haupbahnof Düsseldorf
Saet: 13.00
ESSEN
Cih:Hauptbahnof Essen
Saet: 16.00
FRANKFURT
Cih: Hauptbahnof Frakfurt
Saet: 15.00
STUTTGART
Cih: Lautenschlagerstr
Saet: 15.00