Parlamenterê HDP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, li Bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistan a Federe şevê din saet di 01.00’an de krîza dil derbas kir.
NAVENDA NUÇEYAN – Hevjîna Îbrahîm Ahyan Rezan Ayhan, agahî piştrast kir û diyar kir ku dê biçin Hewlerê cenaze wergirin. Ayhan, ani ziman ku wê cenaze li Rihayê defin bikin.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di serdema 24 û 25’an de wekîltiya Rihayê kiribû. Îbrahim Ayhan, di 5’ê Cotmeha 2010’an de ji doza KCK’ê hatibû girtin û di 3’ê Çileya 2014’an de hatibû berdan.