Şewata ku duh li Çiyayê Zelê ya li nav sînorên Nazimiyê ya Dersimê dest pê kirî hê jî dewam dike. Şewat bi bombebaran hewayî ya artêşa Tirk dest pê kir. Şewata ku duh hema li rex Qereqola ‘Şehîd Mehmet’ dest pê kirî, ji duh ve bêyî ku hewldana vemirandinê hebe, mezin bû û li qadeke berfireh belav bû.
DERSİM – Her wiha hate gotin ji ber bombebarana hewayî li herêma Kutudere ya bi ser navendê ve jî şewat derketiye.