Hate ragihandin ku êşkence li girtiyên ku bi daxwaz şikandin û dawîanîna tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan ketibûn girevê tên kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê dimînin, piştî greva birçîbûnê ya 12’ê Îlonê dabûn destpêkirin û şûnde hate zanîn ku qayîşên wan hatine guhertin, girtiyên ku di nava wan de nexweş jî hene li hucreyên yek kesî hatine bicihkirin.”
ÊŞKENCE DIKIN
Mustefa Geylan ê 19’ê Îlonê bi rêya telefonê bi malbata xwe ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dimîne geriya û bûyerên piştî grev bi dawî vegot. Geylan bi pêkanînên êşkenceyê bi neçarî girtî li hucreyên yekkesî hatine bicihkirin. Geylan got: “Ji roja destpêkê ya me dest bi greva birçîbûnê kir û şûnde her roj rêveberiya girtîgehê pêkanînê êşkenceyê li ser girtiyan dikir. Ji hejmartina li ser lingan bigire heta bi erdê ve kaşkirina girtiyan a birina hucreyan. Ji girtiyên nexweş bigire heta yek bi yek dibirin hucreyên yek kesî û em bi kuştinê gef dikirin.”
EWLEHIYA CANÊ WAN NÎN E
Geylan destnîşan kir ku ji meha Tîrmehê ve ji bo îxlalên mafê mirovan û mercên giran ên li girtîgehê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Melatiyê dixwaze daxwaznameyek bişîne, lê rêveberiya girtîgehê dest daniye ser daxwaznameyê. Geylan bibîr xist ku ewlehiya ruhê wan nîn e, banga hestyariyê li raya giştî kir.
BANGA HESTYARIYÊ
Bira Baran Geylan destnîşan kir ku nêzî 20 sal in birayê wî di girtîgehan de nêzîkatiyên xirab û dij hiqûqê li ser tên kirin û got: “Deng û guhê girtiyan em ên ji derve ne. Divê em di raya giştî de dengê wan bidin bihîstin. Ev du roj in ti der nemaye ku me dengê xwe negihandiyê. Ji bo bidawîkirina îxlalên mafê mirovan me serî li parêzvanên mafê mirovan, parlementer û parêzeran da. Rêveberiyeke girtîgehê ku xwe li greva birçîbûnê ya 3 rojan jî nagire li holê ye. Ev nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê nayê pejirandin.