OECD’yê texmînên li ser Tirkiyê yên 2018 û 2019’an kêm kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinê texmîna mezinbûnê ya 2018’an ji 5.1’ê anî 3.2’yê, ji bo 2019’an jî ji 4.9’an anî 0.5’an.
OECD’yê ji bo aboriya global jî texmîneke bi xweşbînî nekir. Ekonomîstên OECD’yê her çendî leza mezibûna aborî ya global bidin ber ya 2011’an jî û li gorî vê bibêjin 2018 û 2019’an wê were asta herî bilind jî, îsal tê texmînkirin 3.7 ji 100’î mezin bibe. 2017’an jî 3.6 mezin bûbû.
Li gorî texmînên OECD yên meha Gulanê ji bo 2018’an texmîn kiribû 3.8 û ji bo 2019’an jî 3.9 mezin bibe. Kêmkirina texmînan piraniya welatên G20 têkildar dike.