‘Rejîma Îranê ji cenazeyên zarokên me jî ditirse’
NAVENDA NÛÇEYAN – Li rexmê 2 hefte bi ser darvekirina 3 ciwanên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Ramîn Hisên Penahî re derbaz bûn jî, lê hê jî nayê zanîn bêka cenazeyê hersê ciwanan li kuderê hatiye veşartin. Malbatên ciwanan diyar dikin ku hikûmet ji cenazeyê zarokên wan ditirse.
Rejîma Îranê 8’ê Îlona 2018’an ciwanên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Ramîn Hisên Penahî bi darve kirin. Ji wê rojê ve nayê zanîn bê ka cenazeyê hersê ciwanên Kurd li kuderê hatiye veşartin. Ti agahiyek li ser vê yekê ji malbatê re jî nehatiye dayîn. Malbatên ciwanên hatîn darvekirin diyar dikin ku Hikûmeta Îranê cenazeyê zarokên wan winda kirine, ji ber ku Hikûmeta Îranê ji cenazeyê wan jî ditirse.
Li aliyê din rejîma Îranê cenazeyê girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Kemal Ehmed ku di 9’ê Îlona 2018’an de hatibû darvekirin jî radestî malbatê nekiriye.