Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ku zeviyên zeytûnan ên welatiyan desteser kirine, ji bo hilberîna zeytûnan wergirin belavokek belav kir.
NAVENDA NUÇEYAN – Çavkaniyekî pêbawer ku kopiyeke belavokê bi dest xwe ve aniye, ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku belavok ji aliyê Desteya Giştî ya girêdayî Artêşa Niştimanî ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, hatiye belavkirin.
Di belavokê de ji welatiyên Efrînê tê xwestin ku hemû zeviyên xwe yên zeytûnan radestî Meclîsa Hundirîn bikin.
Welatiyan diyar kir ku metirsiya wan a talankirina hilberîna zeytûnan li Efrînê zêde dibe. Nemaze komên çete bac û xirac li ser welatiyan ferz kirine da ku hilberîna xwe ya zeytûnan wergirin.