Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bîlançoya 24 saetên dawîn ên qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.
DÊRAZOR – Di 24 saetên dawîn de 31 çete hatin kuştin. Bîlançoya roja dawîn wisa ye:
ENIYA BAXOZÊ
“Rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê bi çekên giran û 3 erebeyên bombebarkirî êrîşî nuqteyên hêzên me kirin, şervanên me bersiva êrîşan da û beriya ku bigihêjin armanca xwe 2 erebe teqandin. Ji ber zexta teqînê du şervanên me birîndar bûn. Erebeya sêyemîn jî ji aliyê balafirên Koalîsyona Navdewletî ve hate teqandin.
Di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de şerên giran rû dan, di encamê de 8 terorîst hatin kuştin. Her wiha hêzên me li nuqteyeke ku lê bi cih bûne tektîkek da meşandin û ji nuqteyê vekişiya, paşê terorîst xwe li nuqteyê girtin, li vir balafirên koalîsyonê êrîş kirin û hemû terorîstên li nuqteyê hatin kuştin. Hêzên me li vir 3 nûqte tespît kirin û li nuqteya ku jê vekişiyabûn vegerand.
Piştî şerên giran ku bi saetan berdewam kir hêzên me 1 km li vê eniyê pêş ketin û 9 nuqte girtin. Her wiha balafirên koalîsyonê depoyeke cebilxane, du wesayît, 2 erebeyên bombebarkirî rûxandin her wiha emîrekî DAÎŞ kuştin.
Di heman demê mayînek bi şervanekî me ve teqiya û ew birîndar kir.
ENIYA HECÎNÊ
Di navbera hêzên me û terorîstên DAÎŞ‘ê yên di tunelan de şer rû da, du terorîstan hewl dan xwe bi şervanên me ve biteqînin, şervanên me li wan da û ji dûr ve bombeyên bi wan ve teqiyan.
Li ser vê yekê şervanên me tunel girtin û operasyoneke paqijkirinê dane destpêkirin, du mayîn ku terorîstan çandibûn di malekê de teqiya, lê ziyan çênebûn. Li vir doçkaya 12.5 û 2 kaleşnîkof ketin destê şervanan.
Şervanên me li vê eniyê pêşde çûn û gelek mal paqij kirin û 5 nuqteyên nû girtin.
Ji ber mayînên terorîstan hêzên me bi baldarî pêş de çûn, li vir jî 13 mayîn ji aliyê tîmên me yên taybet ve hatin teqandin.
BÎLANÇO
-Hejmara kuştiyên terorîstan: 31.
– Êrîşên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 15.
-Çekên ku ketina destê şervanên me: Doçka 12.0 û 2 kaleşnîkof.
–Windahiyên rêxistina terorîst: Topek hawanê, 2 depoyên cebilxaneyê, 5 erebe û 1 tunel hatin rûxadnin.
-Hejmara şervanên me yên birîndar: 3”