Platforma Jinan a Demokratîk a Elmanayyê di bin banê xwe de gelek rêxistinên jinan û komeleyan vedihewîne. Platformê ji bo Erdogan ku tê payin bi serdaneke fermî 28’ê Îlonê were Berlînê, got, ”Kujerê Jinan Erdogan, tu nebixêr hatî”
NAVENDA NÛÇEYAN – Platformê got serdana Erdogan encama ‘bazarên gemarî yên li pişt deriyên girtî û vekirî ye’ û diyar kir dema ku mijara peymanên bi milyaran euro ên çek û tanzêran, bazarên aborî, peymanên serwîsên veşartî û parvekirina Rojhilata Navîn be, dostaniya di navbeyna Tirkiyê û Elmanyayê de dîsa geş bûye.
Platformê diyar kir ku jin ti caran ev polîtîkakaya li ser girî û xwînê ya dewletên nêr qebûl nekiriye, wê qebûl jî nekin û desteka rejîma Erdogan a li çeteyên DAÎŞ’ê bi bîr xistin û got, li gel vê jî vexwendina Erdogan a li Elmanyayê tê maneya desteka li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Platformê got, ”Hikûmeta Merkel bi van polîtîkayên xwe destekê dide polîtîkayê qirker ên Erdoganê dîktator ku dijminê Kurdan û demokrasiyê û jinan e. Hikûmeta Merkel û hemû pêkhateyên siyasî ku ji vê re bêdeng mane, xwedêgiravî saziyên demokratîk wê bibin hevkarê Sûc. Em jin vê qebûl nakin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Em Platforma Jinan a Demokratîk a Elmanayyê serdana Erdogan a li Elmanyayê şermezar dikin, di serî de jinên li Emanyayê, em bang li hemû gelan dikin ku li dijî serdana dîktator rabin ser piyan, derkevin kuçe û kolan û meydanan.”
Hin sazî û rêxistinên di nav platformê de:
YJK-E (Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanyayê) SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst ) ADKH (Tevgera Jinan a Demokratîk a Ewropayê ); Yenî Kadın, Yaşanacak Dunya -Kadın, SYKP -Kadın, FEDA Kadın, Însîyavîna Jinan a Islamî, Yekîtiya Jinên Êzîdî, , Genç Kadınlar, Bûroya Aştiyê ya Jinan.