Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, artêşa Tirk li herêma Gerdiya ya Şemzînanê derbeke giran xwar. Hate gotin, di çalakiya gerîla de ku ji çar aliyan ve hate kirin, 2 konteynir û 2 kozikên artêşa Tirk hatin rûxandin û herî kêm 20 leşker hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Geverê jî di çalakiyên sekvaniyê yên gerîlayên YJA Starê de 2 leşker mirin. Li cihekî din ê Geverê di çalakiya gerîla de du kozik hatin rûxandin û 6 leşker hatin kuştin.
ÇALAKIYA JI ÇAR ALIYAN VE YA LI GEVERÊ: 20 LEŞKER MIRIN
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;
Êvara 19’ê Îlonê saet 18:15’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me li dijî girê parastinê yê qereqola Stunê ya li herêma Gerdiyanê çalakiyeke berfireh pêka nîn. Ji çar aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin û di encama çalakiyê de 2 konteynir û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 20 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û helîkopterên bi tîpa kobra bombe li herêmê barand û bi helîkopterên bi tîpa skorsky jî termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.
YJA STARÊ LI GEVERÊ LÊ DA: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Heman rojê saet 20:30’î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
LI GIRÊ ELÎŞÊR 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
20’ê Îlonê saet 07:40’î hêzên me careke din li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê xistin. Ji du aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hate xistin û 2 kozik hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşker hatin kuştin.
OPERASYONA LI BEJAHIYA PULURÊ
17’ê Îlonê saet 14:30’î artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonê kir. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker heman rojê saet navbera 20:30-00:00 bombe li herêmê barandin. Piştî bomberdûmana bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra sibeha 18’ê Îlonê bombe li herêmê barandin. Li dû bomberdûmana giran, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe li herêmê danî. Heman rojê saet 15’an hêzên dagirker bi rengekî bê encammayî ji herêmê vekişiyan. Medya artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku di operasyonê de şehadetên gerîla çêbûne. Di operasyonê de ti hevalên me şehîd nebûne.
BOMBERDÛMANA QADÊN GERÎLA
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser mijarê;
19’ê Îlonê saet 20’an gundê Filleha, 20’ê Îlonê saet navbera 22:30 û 23:00 balafirên şer qadên Saca û Gundê Fillehan, 21’ê îlonê saet 04:30’î qadên Kunişka û Çemço bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristana li herêma Gundê Filleha ket. Xisar li dehl û rezên gundyên li herêmê bû.”