Li 26’ê meha Îlonê hevgirtina jinên Berlînê li wargeha Ku’damm kombûn û protestoya hevkariya dewleta Elman û Tirk kirin.
BERLÎN – Li peytaxta Elmanya Berlinê li 26’ê Îlonê hejmarekî mezin ya jinên Kurd û enternasyonalîst kom bûn. Di wargeha Ku’damm (Kurfürstendamm) hevgirtina jinan acizbuyînên xwe ji ber hevkariya qirêj ya Tirkiye û Elmanya nîşan dan. Di hevgirtina jinên Berlînê de Jinên Ciwan ên Azad, Meclîsa Jinan Dest Dan, Meclîsa Jinên Êzîdî Binevş, International Womenspace, AG Trostfrauen Korea Verband û gemeinsam kämpfen cîh digirin.
Hevgirtina jinan di çalakiya xwe bi teybetî bal dikşînin li ser ziyareta Erdoğan ya Elmanya.