Amadekariyên Konferasa enternasyonalîst ya jinan dimeşin. Ji bo konferansê jin qala naverok û
giringbuyîna konferansê dikin.
FRANKFURT – Ji bo Konferansa enternasyonalîst ya jinan ya yekem a ku di navbera 6 heta 7’ê mehê pêk were amadekarî dimeşin. Sibê wê bi slogana „Revolution in the making“ (Şoreş di pêşxistinê de) 500 jinan ji hemû cîhanê li Frankfurtê kom bibin. Di organîzekirina vê konferansê de gelek rêxistinên jinan wekî Bûroya Jinan ya Cenî, Navenda Jineoljî, gemeinsam kämpfen û JXK û hwd. cîh digirin. Ji bo ku jin di tekoşîna li dijî baviksalarî û kapîtalîzm de bigihîjin astekî nû ji hemû cîhanê jin wê werin Frankfurtê. Li gorî vê jî motîvasyonekî mezin ya beşdarvanan xuya ye.
„Em pir in – em li her derê ne“
Ji bo konferansa ku bi pêşengtiya jinên Kurd pêk were me bangawaziyên jinên Kurd girtiye. Yıldız di axaftina xwe de bal dikşîne ser berxwedana enternasyonal
“Em pir in – em li her derê ne. Mirov ve tiştê di kombuyînên me de dibîne û ez li ser vê esasî motîvasyoneke mezin digirim. Jin ji her dereya cîhanê tên. Naskirina wan ji bo min pir watedar e.“
Dayîka Şengê giringbuyîna vê konferansê dûbare dike: “Pêşengtiya vê konferanse jinên Kurd
dikin. Jinên Kurd serên xwe li hemberî hemû cîhanê hildan. Em li vê derê bi heman fikir û
îdeolojî bimeşin. Em ê bi hev re bersivê desthilatariyê bidin.“