Li bajarê Fransayê Marsilya Ciwanên Kurd li herêma Marîgnane meşek hemberî tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan li darxistin û azadiya Rêber Apo xwestin.
MARÎGNANE – Li bajarê Fransayê Marsilya Ciwanên Kurd li herêma Marîgnane meşek hemberî tecrîda li ser Rêberên Gelan Abdullah Ocalan li darxistin û azadiya Rêber Apo xwestin. Ciwanan bi fîşekên hewaî û sloganên wek ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ’Ciwan fedaiye Rêber Apo’in’ çalakiya xwe pêk anîn. Berdevke Ciwanên Marsilya axaftinek kir û got: “Heta Rêberê me azad nebe, em her roj û li hemû devere din ava çalakiyan de bin. Em bîryara AHÎM’ê şermezar dikin û emê li hemberî vê bîryarê têkoşîna xwe mezin bikin.” Çalakiya ciwanan bi dîruşmeyan û teqandina fîşekên hewaî bi dawî bû.