Li Şengaê Grûba ‘Balyozê Heviya’ ji meha Hezîranê ve li Şengalê karên xwebexş dike. Armanca grûbê ew e ku hemû nîşan û sembolên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê nehêlin û dîzaynek nû bidin bajêr.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengal û gundewarên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin. Lê piştî ku ji aliyê şervanên Kurd ve hate rizgarkirin, roj bi roj gel vedigerî û jiyan ji nû ve geş dibe.
Tevî ku ji bo vegerê heta niha ti aliyên peywendîkar bi arka xwe nerabûne, lê ciwanên Êzidî li gorî derfetên xwe hîmê jiyanê li Şengalê didanin. Grûba ‘Balyozê Heviya’ ya ji ciwanên Şengalê pêk tê, ji 25’ê Hezîrana îsal ve bi 20 endaman bi xwebexşî dîwarên Şengalê bi nexşan dixemînin. Ev grûb bi çêkirina wêneyan dixwazin dilê gel xweş bike. Herwiha bi vê rêyê dixwazin hemû sembol û nîşaneyên DAIŞ’ê li bajêr paqij bikin.
Vê grûbê destpêkê li navçeya Sinûnê dest bi karê xwe kir, lê piştre derbasî Xanesor, Digor, Dihule, Herdan û navenda Şengalê bû. Niha endamê grûbê gihiştiye 200 kesî.
Herwiha niha Rêxistinên weke USAID a Amerîka û ICRI ya Iraqê alîkariyê dide vê grûba ciwanan.
Hemû endamên Grûba ‘Balyozê Heviya’ ji gund û navçeyên Şengalê ne.
Hate hînbûn ku wê Grûba ‘Balyozê Heviya’ li tevahiya Şengalê kar û xebatê xwe bide meşandin û li her dîrekekî ceyranê yên li Şengalê gulûpekê lê bidin.