’Hûn ê bicehimin û biçin’

Hêzên dagirker ên Tirk li gundên Licê terorê dikin. Rejîma nîjatperest ku li gundê Çemê Êlika bi zorê alaya Tirk hilda, elektrîk û av li ser wan qut kir. Ji şandeya HDP’ê re hate gotin, ‘’bicehimin biçin’’. Wekîl Yildiz got, ‘’Hûn ê bicehimin û biçin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Licê û Hênê, li 65 gund û mezrikan qedexeya derketina derve hate ragihandn. Ji 4’ê Cotmehê ve leşkeran derdora gundan pêçan e. Li gel operasyonê her wiha gefên nîjatperest jî li gundiyan dixwin.

Ev çar roj in derketin û ketina nav gundê Çemê Êlika hatiye qedexekirin. Lli vî gundî 15 malî van du rojan lêgerîn hene, bi zorê dikevin nav hemû malan û alayên Tirk têne daleqandin. Her wiha hate gotin li gelek gundan û mezrikan li malan digerin, dijûnê li gundiyan dikin û gefê li wan dixwin.

Piştî ku fikarên li ser gundan zêde bûne şandeyeke HDP’ê ku wekîlên Amedê Salîha Aydenîz, Semra  Guzel, Selçûk Mizrakli û rêveberên bajêr di nav de bûn, çûn gund. Şande xwest ku biçe gund lê leşkerên rejîma Erdogan nehiştin, gotin ew tenê dikarin çend malên destpêkê binerin. Leşkeran gotin ji ber qedexeyê ew nikarin biçin nav gund.

Gundiyan gotin leşker bi darê zorê alayan li malan didaliqîne û gefê li wan dixwin da ku alayan danexînin. Leşker hem li xwe mikur hatin û hem jî hincet dîtin, gotin, ‘’Gundiyan ala xwestin, me jî da wan, li mal û kargehên xwe daleqandin. Ev welatiyên vî welatî ne, çima nedaleqînin.’

‘GEF XWARIN’

Şande piştî ku bi gundiyên malên wan li têketa gundin axivîn xwestin bikevin nav gund jî lê leşkeran asteng kirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê piştî nîqaşan leşkeran dem diyar kirin û gotin şandeyê divê di vê demê de ew derkevin. Şande dema ku ji gund derketî leşkeran dijûn li şandeyê kir. Leşkeran her wiha navên di şandeyê de yek bi yek nivîsî û plakayên wesayitan jî stand û wiha gef li şandeyê xwar.

‘HÛN Ê BIÇIN Û BICEHIMIN JI VAN XAKAN’

Dema ku şande ji gund derket jî leşkeran tehde li şandeyê kir. Wekîlan nehiştin ku li wesayitên wan bigerin û wêneyên nasnameyên wan werin girin. Li ser vê leşkerekî ku gotî ew fermandarê jandarma yê Licê ye, bi ser şandeyê de çû û got, ‘’Heke ev wekîla jin wiha li ber xwe bide em ê zorê bi kar bînin. Bicehimin biçin ji van xakan. Ez dewlet im, fermandar im, dikarim dengê xwe bilind bikim’’.

Wekîla HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî got, ‘’Ez wekîlê gel im, dema ku hewce be ku hin werin deverekê hûn ê werin, ti karê min bi we tine. Tu yê hay ji şêl û tevgera xwe hebî. Beriya her tiştî li pêş te jin û wekîleke gel heye. We ev xak dagir kiriye û hûn ê bicehimin û biçin ji van xakan.’’

LEŞKER PEHÎN LI WESAYITA WEKÎL DA

Piştî nîqaşên domdirêj destûr dan ku şande ji gund derkeve, vê navbeynê kesê ku ji xwe re ‘fermandar’ digot pehîn li wesayita wekîlan da û dijûn kir.

Aydenîz piştî serdanê daxuyanî da û got, ‘’Çawa ku salên 90’î gund û daristan dihatin şewitandin , gund dihatin valakirin niha jî heman polîtîkayê li ser gundiyan dikin. Me bi çavê xwe dît ku armanca wan bi dorpêça li ser gun ew e ku gundiyan ji şûnwarên wan bikin.’’

Nivîsa Pêş