Polîsan li Wanê mudaxaleyî girseya komkujiya li GAR’a Enqere pêk hat şermezar dikir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr dianin, kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 10’ê Cotmeha 2015’an de nuner û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê li GAR’a Enqereyê mîtînga aştiyê pêk anîbûn. Di meşa mîtîngê de xwekujên bombeyî êrîş kiribûn û 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Li Wanê endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK’ê xwestin komkujiyê şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bîne. Polîsan mudraxalmeyî girseyê kir û Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umit Dede jî di navde 10 endam û rêveberên KESK’ê binçav kirin. Girseya KESK’ê ya Wanê ku di navde rêveberên HDP’ê jî hene xwest li Parka Feqiyê Teyran çalakiyê pêk bîne û daxuyanî bidin. Polîsan dora avahiya KESK’ê dorpêç kir û destûr nedan ku li derve daxuyaniyê bidin. Rêveberên KESK’ê jî diyar kirin ku dê li derve li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin. Li ser niqaşan polîsan êrîşî girseya KESK’ê kir. Polîsan di mudaxaleyê de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, rêvberên şaxên girêdayî KESK’ê Bedri Yamaç, Mesude Demîr, Gursel Yamaç, Şerîf Ateş, Sehar Ataş, Emîn Yılmaz, Murat Atabay, Îbrahim Ozkan, Seyfettin Îtah û Hamit Aker binçav kirin.