Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) wê îsal Festîvala Çand û Hunera Dîcle-Firat a şehîd Hogir ya ku wek ‘Festîvala Gelan’ tê nasîn li 4 bajarên Bakurê Suriyê li dar bixe.
NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) wê îsal Festîvala Çand û Hunera Dîcle-Firat a şehîd Hogir ya ku wek ‘Festîvala Gelan’ tê nasîn li 4 bajarên Bakurê Suriyê li dar bixe. Festîval wê destpêke li Kobanê, piştre li Reqa, Qamîşlo û Hesekê pêk were.
Di bernamaya Festîvalê de pêşbirk, govend, stran, şano, helbest, pîşe û çirok hene. Her wiha wê li festîvalê çanda Gelan bê danasîn.
Festîvalên ku bên li darxistin li gorî dem, saet û cih wiha ne:
20.10.2018 / 17:00 – 22:00 / KOBANÊ (Qada Şehîd Egîd)
25.10.2018 / 17:00 – 22:00 / REQA (Stadyûma Reş)
30.10.2018 / 17:00 – 22:00 / QAMÎŞLO (Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê)
05.11.2018 / 17:00 – 23:00 / HESEKÊ (Stadyûma Xwêran)