Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) hemberî Qomploya 9’ê Cotmehê meşek bi meşaleyan li darxist. Meş bi şiyara “Serî Hilde, Şer Bike, Rêber Apo Azad Bike” hate li darxistin.
QAMÎŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) hemberî Qomploya 9’ê Cotmehê meşek bi meşaleyan li darxist. Meş bi şiyara “Serî Hilde, Şer Bike, Rêber Apo Azad Bike” hate li darxistin.
Meşa Ciwanan ji qada Qanatsuez bi tevlîbûna gelek endamên YJC û YCR heta Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan berdewam kir.
Din saetê evarî de ciwan li qadê kombûn û meşaleyên xwe pê xistin. Ciwanan Qomploya 9’ê COtmehê û tecrîda ser Rêber Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin. Bi dirûşmeyên wek “Canê me, rihê me, Apo’ye Serokê me”,”Bijî Serok Apo” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo in” ciwanan meşa xwe heta Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan domand.
Li ber deriyê Pakrewangehê ciwanan nivîsa “APO ROJA ME” da ber agir û daxuyaniya YJC û YCR hate xwendin. Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezar kirin û wiha hate gotin: “Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ancax bi têkoşîna ciwanan misoger bibe. Em wek Ciwan Şoreşger emê bi hêza xwe divarên Îmraliyê hilweşîne û Rêberê xwe azad bikin!”
Çalakiya ciwanan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.