Ajansa me li Kobanê bi endama komîteya amadekar ya Festîvala Şehîd Hogir Rodîn Elî hevpeyvînek çêkir.
KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) wê îsal Festîvala Çand û Hunera Dîcle-Firat a şehîd Hogir ya ku wek ‘Festîvala Gelan’ tê nasîn li 4 bajarên Bakurê Suriyê li dar bixe. Ajansa me li Kobanê bi endama komîteya amadekar Rodîn Elî hevpeyvînek çêkir.
Rodîn Elî ya ku di nava xebatên komîteya amadekar de cih xwe digre wiha axavî:
“Em wek komîteya amadekar ya Festîval Şehîd Hogir bi caran li hev civiyan û plansaziyên xwe me diyar kirin. Xebatên li pêşiya me hatin tesbît kirin, û li gorî vê yekê komîteyên ku ji 3 kesan pêk te hatin ava kirin. Bi vî awayî xebat hate parvekirin û em ketin nava pratîkê. Destpê ke me li hemû qadan û taxên Kobanê Afîş û Pankartan daliqandin. Hemû ciwanên Kobanê di xebatê darvekirina afîş û pankartan xwe berpirsyar ditîn. Ev Festîval ewê ji bo bîranîna şehîd Hogir bê li darxistin û li 4 bajarên Bakurê Suriyê wê pêk were. Em dixwazin ku hemû gel û ciwan bi rengê xwe tevlî vê festîvalê bibin. Di festîvalê wê her wiha pêşbirkên cuda û pêşkeşên çandî hebe. Emê xwarîn herêma Kobanê jî li festîvalê bi gelen cuda bide naskirin. Ji bo hemû pêwistiyên Mêvanên me pêk be, em xebat xwe dimeşinîn. Em hemû ciwanên û gelan vedixwinîn vê Festîvalê. Di dawî de em bang li gele Kobanê û ciwanên wê dikin ku xwe berpirsyar bibinin û tevlî vê festîvalê bibin. Festîval wê di 20’ê Cotmehê 2018 saet 17:00’de li qada şehîd Egîd ya li Kobanê destpê bike û heta saet 22:00’an berdewam bidome.“