Komîteya Amadekar ya 2’emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR’ê) li navenda ciwanan ya şehîd Navdar Serhed li Til Temirê daxuyaniyek da ragihandine.
TIL TEMIR – Komîteya Amadekar ya 2’emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR’ê) li navenda ciwanan ya şehîd Navdar Serhed li Til Temirê daxuyaniyek da ragihandine. Komîteya Amadekar ragihand ku xebatên ji bo 2’emîn Kongreya YCR’ê destpê kiriye û dîroka li darxistina kongreyê îlan kir. 2’emîn Kongreya YCR’ê wê bi şîyara “Bi têkoşîna Ciwanên Şoreşger emê Suriyek Azad û Demokratîk ava bike” bê li darxistin.
Derheqê amadekariyê Kongreyê Komîteyê ev agahî dan raya giştî:
“Ev 8 salîn Şoreşa Azadiyê li Rojava û Suriyê bi rê ve diçe, me wek Ciwanên Apocî di astekê giring de rolekî pêşeng ya laikî Serok Apo, Şehîdan û Gelê me lîstin. Em bi tunekirina çeteyên DAIŞ’ê ya bi destên şehîden qehreman yên YPJ û YPG’ê pêk hat ketin merheleyek nû. Piştî DAIŞ’ê pêvajoya Serkeftinên mezin li pêş me ye. Ji ber vê emê Kongreya xwe pêk tinîn.
DÎROKA KONGREYÊ DÎYAR BÛ
Ev Kongre wê bibe Kongre tevahî ciwanên Suriyê, ne tenê ên Rojava. Kongreya me di 9’ê Mijdara 2018’an de li Qamîşlo wê pêk were. Bi beşdariya 5.000 ciwan em dixwazin Kongreya xwe li dar bixin. Bi vê Kongreye emê pilanên dijmin li ser ax û gelê me yê Suriyê bi bin bixe.
BANGA TEVLÎBÛNA KONGREYÊ
Em bang li tevahî ciwanan dikin ku bi hemû hêza xwe beşdarî Kongreyê bibin û bibe perçeyek jî serkeftinê. Bila tevahî ciwan û gele Suriyê bizanîn ku em şoreşa Suriyê biserbixinîn. Pîlanên dagirkeran emê li wan bike dojeh û gorîstan.”
Komîteya Amadekar gotinên xwe bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rêber Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Ciwanên Apoyî’ bi dawî kir.