Ciwanên Rojava û Bakurê Suriyê wê hemberî êrîşên dewleta faşîst ya Tirk bi dirûşmeya “Li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk Serî Hilde” li gelek navendan dakevîn qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Rojava û Bakurê Suriyê wê hemberî êrîşên dewleta faşîst ya Tirk bi dirûşmeya “Li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk Serî Hilde” li gelek navendan dakevîn qadan.
Ciwan wê sibê saet 13:00’an de li herêma Cizir li bajarê Hesekê, Til Temir, Serêkaniye, Dirbêsiye, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiye, Çil Axa, Rimêlan, Girkê Legê û li Dêrikê çalakiyên protestoyî pêk binîn. Her wekî din li Bakurê Suriyê wê li navendên wek Reqa, Tepqa, Minbîc di pêşengiya ciwanan de çalaki bên li darxistin.
Herwiha roja pêncşem (01.11.2018) saet 14:00’de wê ciwanên ji Sirrin, Eyn Îsa, Tepqa, Reqa, Minbîc, Ciwanên MSD’ê, Meclisên Ciwanan û Meclisên herêmî yên Ciwanan biçin Girê Spî û li wir meşek girseyî hemberî êrîşên faşîzan ên dewleta tirk li darbixin.
Komîteyên Amadekar rewşeke awarte îlan kir û bang li hemû kesî kir ku li hemberî hewldanên dagirkirina Girê Spî dakevin qadan.