Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker di van keliyan de li ser Girê Spî diğerin.
GIRÊ SPÎ – Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker di van keliyan de li ser Girê Spî diğerin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Kobanê û Girê Spî piştî civîna çar alî ya li Stenbolê ku 27’ê Cotmehê hate kirin û şûnde 28’ê Cotmehê destpê kir. Ji wê rojê û şûnde hema bêje her roj êrîşî Kobanê û Girê Spî dike.
Di êrîşan de herî zêde sivîl ziyanê dibînin. Di êrîşa îro ya li Girê Spî de zaroka keç a bi navê Sara Rifat a 12 salî hatibû qetilkirin.