Çalakiyên roja yekem a Festîvala Ciwanan ya Dengvedana Efrînê li gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê dest pê kir. Çalakî dê 4 rojan berdewam bike.
ŞEHBA – Festîvala Ciwanan ya “Dengvedana Efrînê” ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava ya kantona Efrînê û Yekitiya Ciwanên Ereb ên Demokratîk ve hatiya organîze kirin.
Axaftina destpêkê ya Festîvalê ji aliyê endama Meclisa Kantona Efrînê Mûşîra Mele Xelîl ve hate kirin. Mûşîra got: “Çalakiyên ku di vê pêvajoyê de têne lidarxistin gaveke pir girîng e ber bi îspatkirina hembûn û îradeya li hemberî pilanên komploger ve ye. Wekî çawa ev şoreş bi rihê ciwana dest pê kir dê bi hêz û berxwedana ciwanan bi ser bikeve.”
Ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava ya herêma Efrînê Simko Harûn jî axivî û anî ziman ku wekî Yekitiya Ciwanên Rojava xwe li ser esasê rizgarkirina Efrînê û pêkanîna armancên şehîdên mîna Hawar, Gerzan û Birûsk bi rêxistin kirin û dê berxwedana xwe bidomînin ta Efrîn ji dagirkeran rizgar bikin.
Piştî axaftinan, beşdarên mîhrecanê bi mezin û biçûkan 50 darên zeytûnana li qada gundê Eqîbe çandin.
Di Festîvalê de helbest li ser Efrînê ji aliyê ciwanan ve hatin xwendin, piştre Koma Çiyayê Kurmênc dîlanên folklorî ya çanda Efrînê pêşkêş kirin.
Her wiha şanoyeke ji aliyê ciwanan ve bi navê “Xapandin” hate pêşkêşkirin. Şano bandora şerên taybet li ser ciwanan destnîşan dike.
Têkildarî armanca Festîvalê Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava ya Navçeya Til Rifetê Tolhilnda Zerdeşt axivî û diyar kir ku dê çalakiyên festîvalê 4 rojan berdewam bike, roja yekem li gundê Eqîbê û dê rojên din li kantona Şehbayê werin lidarxistin. Zerdeşt diyar kir ku festîval bi armanca teqezî li ser berdewama berxwedana Efrînê ye.