Şeniyên Kobanê yên gundên Aşme, Koralî û Zormixar nerazîbûna xwe hemberî êrîşên dewleta dagirker ya Tirk anîn ziman û gotin ku ew gundên xwe bernadin û ewê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe bidin.
KOBANÊ – Şeniyên gundên Kobanê yên di bin êrîşa dewleta dagirker ya Tirk de ne, ji ajansa me re axivîn û gotin ku ewê axa xwe bernedin û heta dawî xwe hemberî êrîşan biparêzin.
‘EM JI GUNDÊN XWE DERNAKEVIN’
Jinek ji gundê Koralî anî ziman ku dewleta dagirker ya Tirk bê navber êrîşî wan dikin û diyar kir ku êdî li gundên wan aşîtî nemaye û ewê ruxme hemû êrîşan li berxwe bidin û gundên xwe vala nekin.
‘CIWANÊN GUND CIHÊ XWE NAVA PARASTINÊ DE DIGRE’
Gundeyekî ji Koralî axivî û got dema êrîş destpê kir ciwan cihê xwe di nava parastinê de girtin û axaftina xwe wusa berdewam kir: “Dewleta faşîst bi taybet sivilan ji xwe dike armanc, pêwistê hemû Kurd vê yeke bizanîn. Ez bi xwe jî bûm mexdûrê êrîşên dewleta faşîst ya Tirk. Ci dibe bila bibe, em gundê xwe bernadin û emê parastina xwe bi xwe bikin. Êrîşên xayîn û hovane ê dagirkeran li ser gundê me didome.”
‘LI GUNDÊN ME NOXTEYÊN LEŞKERÎ TUNE, ÇIMA ÊRÎŞ DIKIN?’
Ciwanê ku di nava parastina gund de cihê xwe digre diyar kir ku li gundên wan qet noxteyên leşkerî tune û dîsa jî dijmîn êrîşî wan dikin. Ciwanê ji Koralî ciha berdewam kir: “Em li hemberî tû êrîşan serî natewinîn û gundên xwe bernadin û naçin! Hemû ciwanên ji korali di nava parastina gund de cihê xwe digrin. Em wek ciwanên Koralî 24 saetan nobeta gundê xwe digrin. Di oxîra axa xwe em şehîd jî bikevin emê parastina xwe bikin û gundên xwe jî dagirkeran re nahelîn.
‘DIXWAZE BI ÊRÎŞAN ME BIWESTINE Û ME JI GUND DERBIXIN’
Şeniyên gundê Aşmê ku hertim di bin êrîşên dagirkeriyê de ne, diyar dikin ku ewê jî axa xwe bernedin û li berxwe bidin. Jinek Ciwan ji gundê Aşmê diyar kir ku tû hêzên leşkerî li gundê wan tune û dewlet dîsa jî êrîşî wan dike. Jina Ciwan got ku ew ticarî gundê xwe bernadin û dewlet bi êrîşan dixwaze wan biwestine ji bo gundê xwe vala bikin. Jina Ciwan got ku ew nawestin û ewê gundê xwe heta dlopa xwîna xwe ya dawî biparêze û ewê gundê xwe bernedin.