Yêkitiya Ciwanên Rojava(YCR) Kongreya xwe duyemîn li stadyuma Rimelan bi tevlêbûna dehhezar ciwanan destpêkir.
RÊMÊLAN-Kongreya Yêkitiya Ciwanên Rojava(YCR) bi şiyara ‘’Bi Tekoşina Ciwanên Şoreşger Em ê Suriyeyek Azad û Demokratik Ava Bikin’’ bi tevlêbûna dehhezar ciwanên Bakur û Rojhilata Suriyeyê destpêkir. Di destpêka kongreye de axaftina vekirinê hat kirin û perspektîfa Rêberê Gelan Rêber APO hat xwendin.
Di perspektîfa Rêber APO de ferasetên jerontokrat, çawa bijîn û çawa berxwe bidin di çarçoweya têkoşîna ciwanan de hat destgirtin.
Bernameya Kongreyê wihayê;
– Ji bo Şehîdên Şoreşê rêzgirtin
– Axaftina vekirinê
– Perspektifên Rêbertî
– Peyamên tevgerê ciwanan ên Kurdistan û Evropa
-Nirxandinên pêvajoya siyasî ên QSD, MSD, YPJ, Malbatên Şehîdan û Yekîtiya Jinên Ciwan(YJC)
– Peyamên silavkirina mêvanan
– Nîşandana Sinevîzyonê
Piştê roja yekemin ê Kongreyê bi dehhezaran ciwan wê li hember dagirkirina dewleta Tirk li ser axa Rojava û biryara Emerîka’yê li ser pêşengên Tevgera Azadiyê, heya navenda Girkelegê meşek lidarbixin.