Berdevka YPG Nurî Mahmud tevlê Kongreya Yekitiya Ciwanên Rojava bû û wiha got ; ‘’Pêvîste hemû ciwan li hember dagirkeriyê di her milê de hêstiyar bibin û xwe rêxistên bikin’’
RÊMÊLAN – Di Kongreya 2. yê Yekîtiya Ciwanên Rojava de berdevka YPG Nurî MAHMUD di destpêkê de Kongreya ciwanan pîroz kir û bi gotina ‘’ciwan pêşeroja me ye’’ dest bi axaftinê xwe kir. MAHMUD Kongreya Ciwanan wiha nirxand; ‘’Îro ciwanên Rojava, Bakurê Suriye bi giştî di felsefeya jiyanê de, di heqîqetê de dikarin xwe rêxistin bikin, ji bo pêşerojê bikaribin biparêzên gele xwe hişyar bikin ev Kongre ji bo pêjeroja me pir grînge.
Nurî MAHMUD wiha berdewamî da axaftinê xwe; ‘’Ciwan pêvîste li hember dagirkeriyê hestiyar tevbigerin û xwe rêxistin bikin. Ciwan pêşeroja me nin, ji bo vê jî ciwan pêvîste di her milê de di taybet jî di milê parastinê de pêviste erka xwe xwedî derkevin. Şoreşek ku bi rihê ciwantî destpêkiriye û bi ciwantî ber bi serkeftinê diçe, bi rihê ciwantiyê hêvi dide gelan li hemberê vê jî dijminek ku di faşizm û terorê de pêşenge li hemberê wî pêvîste ciwan xwe amade bikin.’’
Nurî MAHMUD bi gotinên xwe yên ‘‘ Ji ber ku faşizm dixwaze diktatoriyê, serdestiya olî pêşbixe li ser vê esasê ciwan li hemberê vê pêvîste neyarê xwe baş nas bike û xwe rêxistin bike. Ji ber ku faşizm herî zêde li ser ciwanan zext û zilm dike. Faşizma ku di şexsê AKP û Serokê wî de rû da ye dixwaze hemû nirxên şoreşê têk bibe. Ji bo vê ciwan di her mile de xwe amade bikin.’’ Dawî da axaftinê xwe.