Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî BAZ di Kongreya Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) de li ser navê Komalên Ciwan ji ciwanan re hîtap kir.
RÎMÊLAN – Di Kongreya Yekitiya ciwanên Rojava de Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî BAZ ji ciwanan re axaftinek kir. Ronî BAZ wiha destpêkir; ‘’Têkoşina Ciwanên Kurd bi tevahî germahiya xwe berdewam dike û gihiştiye heya roja me îro. Em bi felsefeya Rêber APO mezin bûne, me perwerdeya xwe ji tecrubeya ew sê pêşengên tevgerê girtiye. Em vê biryarê tû carî bîrnakin.Dostê Rojhilata Navin kî ye, neyarê wî kî ye, welatparêz kî ye, xetere ji kû derê tê me hemû vana ji dirokê fêrbûne.Em wek tevgera ciwanên şoreşger, wek Komalên Ciwan dinya jî xirab bibe, azadî jî pêk were tû cari vê biryarê bîr nakin. Baş tê zanîn ê kû dirokê dinivîsinin ciwanên, ê kû dibin hevi ya azadiyê ciwanin. Li Efrîn ceribandin, li Kobanê ceribandin di şexsê Cîzîra Botan de li Bakur ceribandin, pêşiya wê li hemû çiyayên Kurdistan ceribandin, em cardin wek ciwanên Kurdistan eger hûn dixwazin dîsa xwe biceribînin; fermo ciwanên Kurdistan ê ku bi felsefeya Şehîdan xwe perwerde kirine li Rojava, Rojhilat, Başur, Bakur, Evropa rê nedan û wê îro jî rê nedin gumanên gelên Rojhilata Navîn.’’
Ronî BAZ wiha berdewamî da axaftinê xwe; “Ciwanên Ereb, Kurd,Turkmen tevahî ciwanên gelan li Efrînê, li Kobanê tevahi çeperên Kurdistanê de berxwe dan û şehîd ketin. Îro jî ji her aliye cihanê ciwan tên di vê têkoşînê de şer dikin. Ji ber vê em carekî din dubare dikin em ji xwe bawerin, niha tevahî ciwan niha berxwedana ciwanên Kurd dişopînin, gelek caran ji derveyê welat gelek kes peyaman dişinin dibêjin êdî tenê yek hêvî heye ew jî xeta Rêber APO ye. Em ji gelê xwe ji dîroka xwe bawerin, ev bawerbûyin jî ji çeka me ji şera me tê. Dewleta Tirk xwe ceriband hûn jî dikarin biceribînin û bersiva xwe bigrin.”
“Kongreya me bibe kongreya rexnedayinê; ger hêj jî Serokatiya me bin tecrida giran de êsîr be, ger hêj jî li ser her sê pêşengên me gef li me dixwin pêvîste em xwe ji ber çawan derbas bikin. Lazime em têkoşina xwe bilind bikin van gefan vala derxin. Em wek rexnedayin nêzê vê biryarê bibin. Têkoşina me ya heya îro wek tevgera ciwanên şoreşger têr nekir. Pêvîste ev Kongre biryarên girîng bigrin kul i gor şer xwe amade bikin û li gor xebatên Şerê Gelê Şoreşgerî pêş bixin. Di her çeperan de zêdetir xebat bimeşînin û rola xwe di şer de bilîzin. Bila tevahî ciwan bizanibin an bi serbikevin an jî wek dirokê ê ku têkoşînê Kurdistanê de asta rexnedayinê mane bimînin. Pêvistê têkoşina xwe, yekitiyê xwe xortir bikin. Em encax dikarin wisa Rêber APO azad bikin.’’
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ronî baz wisa dawî da axaftinê xwe ; “Em livir sozekî bidin ku heya Rêberê me azad nebe jiyan ji me re heram be.”