Bi dirûşmeya ”Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin” doh kongreya duyemîn a Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) li stada bajaroka Rimêlan destpê kir.
RIMÊLAN – Bi dirûşmeya ”Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin” doh kongreya duyemîn a Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) li stada bajaroka Rimêlan destpê kir. 5 hezar ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî kongreyê bûn.
Di roja yekemîn a kongreyê de, mevan û saziyan peymanên xwe ji bo kongreye pêşkeş kir. Herwiha axaftin hatin kirin û behsa rola ciwanan di avakirina civaka azad û exlaq de hate kirin.
Roja duyemîn a kongreyê
Îro jî ango roja duyemîn a kongreyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan destpê kir.
Raporên xebatên sê salan a YCR`ê hate xwendin. Her wiha rêzikname were xwendin û erêkirin, pilansaziya xebatê, hilbijartina meclisa ciwanan û gotina dawî ya kongreyê, were kirin.