Ciwanên Şoreşger li Til Temir bi daxuyaniyekê bîryarê 2. Kongreya xwe silav kir û soza xistina praktîkê da.
TIL TEMIR – Ciwanên Şoreşger li Til Temir bi daxuyaniyekê bîryarê 2. Kongreya xwe silav kir û soza xistina praktîkê da. Di daxuyaniya xwe de Ciwanên Şoreşger êrîşên faşîzane yên dewleta dagirker a Tirk şermezar kir û diyarkirin ku ewê dijî dagirkeriyê hertim nava şerekî de bin. Bîryara Emerîka li dijî Rêveberên PKK’ê jî di daxuyaniye de hate şermezarkirin.
Daxuyaniya Ciwanên Şoreşger wiha ye:
“Ji bo ku em ji pêvajoyê re bibin bersivek xurt û asta têkoşînê bilind bikin me di 2. Kongreya xwe bîryarên giring girtin. Ev bîryar wê bibe sedema bilindkirina berxwedanê. Bîryarê ku me girte di serî de li dijî dagirkeriya dewleta faşîst ya tirk têkoşînkirin e. Em wek Ciwanên Şoreşger ticarî êrîşên dagirker yên dewleta tirk li ser axa Rojava û li dijî nirxên gelê me qebûl nakin û em hertim hemberî dagirkeriye nava şerekî de bin. Emê li dijî dagirkeriyê hertim li qadan bin û têkoşîna xwe hin bilindtir bikin. Emerîka bi bîryara xwe ya li dijî Rêveberên Têkoşîna Azadiyê û Rêveberên tevahî Rojhilata Navîn destê dewleta faşîst ya tirk xurttir dike û piştgirî dide êrîşên wan ên dagirker. Em vê bîryara Emerîka ya li dijî milîtanên şoreşê lanet û şermezar dikin. Emê li dijî vê bîryara Emerîka helwesta xwe bide nîşandayin û emê bi têkoşîna xwe vê bîryarê binpêk bike.“
Daxuyaniya Ciwanên Şoreşger a li bajarê Til Temir bi sloganan bi dawî bû.