Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “19’ê Mijdarê saet saet 11:15 û 16:15’an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 2 caran bombe li qada Xanturê ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihîştin hêzên me yên gerîla.”
NASNAMEYA 3 ŞEHÎDAN
HPG’ê diyar kir ku di bomberdûmana meha Îlonê de 3 gerîla şehîd bûne û li ser mijarê ev agahî hatin dayin:
“14’ê Îlonê, artêşa TC a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Ji ber bomberdûmanê hevalên me Alî, Gîvara û Şervan şehîd bûn.
Ev ewladên leheng ên gelê Kurdistanê ku ji bo cihekî mafdar û bi rûmet di dîroka mirovahiyê de bigirin têkoşiyan, bi şiyara ‘Rêberê Azad û Kurdistana Azad’ di meşa azadiyê de bi xurtî têkoşiyan. Bi ked, fedakarî û tevlîbûna bi durustî, li ser xeta Rêbertî her tim bi rengekî rast bimeşin û her ku têkoşîn fêhm kirin hîn bi xurtî xwe lê girtin. Bîranîna hevrêyên me Alî, Gîvara û Şervan wê di nava têkoşîna me de her hebe.
Di şexsê malbatên hêja yên van şehîdên me de em sersaxiyê ji temamiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdan bi ser bixînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Alî Gever
Nav paşnav: Mûrat Akdogan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Caziye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Gîvara Baran
Nav paşnav: Berûn Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye
Dayik-Bav: Semîre-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Şervan Serdar
Nav paşnav: Azad Karan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hatîce-Ethem
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Îlona 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê