EDENE – Li Edeneyê ciwanan ji bo Kongreya Asayî ya 2’yan a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bang li hemû ciwanan kir.
Li Edeneyê ciwanan ji bo Kongreya Asayî ya 2’yan a Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku dê di 25’ê Mijdarê de li Amedê pêk bê, bang li hemû ciwanan kir. Wê ciwan di 24’ê Mijdarê de bi otobêsan biçin Amedê.
Mehmet Kiran, anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tesîrê li ciwanan dike. Kiran, anî ziman ku di vê pêvajya pevçûnî de ciwan dimirin û ger dawî li tecrîdê bê wê aştî pêk bê.
DIVÊ DENG BILIND BIBE
Kiran, destnîşan kir ku pergal di ser ciwanan re zext û zoriyê li hemû civakê dike û ji bo pêşerojê bang li hemû ciwanan kir. Seyît Muhammet Bariş jî, anî ziman ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê herî zêde tesîrê li ciwanan dike û got: “Kesên dibin sedema krîzê, bedêla wê bi me didin. Bi heqdesteke erzan me didin xebitandin. Em li hemberî vê ferasetê têdikoşin. Loma di 25’ê Mijdarê de em bang li hemû ciwanan dikin ku li Amedê dengê xwe bilind bikin.”
JI BO DAWÎ LI ÇEWISANDINAN BÊ
Xwendekara lîseyê Berîtan Ozbey jî, bal kişand ser cinayetên jinan. Ozbey ji bo jiyaneke azad bang li hemû jinên ciwan kir ku li Amedê tev li kongreya ciwanan bibin. Bariş Aydin jî, bilêv kir ku ciwan tim tên binçavkirin û bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got: “Ez jî di nav de hemû hevalên min bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Ji bo dawî li evan zext û zoriyan bê em ji bo têkoşînê bang li hemû ciwanan dikin.” Xwendekarê lîseyê Enes Sezgîn jî destnîşan kir ku ji bo perwerdehiyeke demokratîk, laîk, zanistî, wekhev, bi zimanê dayikê û bê heq divê bitêkoşin.
Xwendekarê zanîngehê Bayram Ektîren jî diyar kir ku zanîngeh ji zanistê hatine xalîkirin û ji bo azadbûyîna zanîngehan bang li hemû ciwanan kir ku bitêkoşin.