Beriya Kongreya Ciwanên HDP, 3 Ciwanên endamê HDP ne li Amed’ê hat binçav kirin.
AMED- Beriya Kongreya Meclisa Ciwanên Partiya Demokratika Gelan(HDP) Li Amed’ê 3 ciwan hat binçav kirin.
Dema serê sibê ciwan ber bi awahiya Partiya xwe HDP ve dimeşiyan ji aliyê polêsên dewleta tirk ve kontrola GBT hat kirin. Piştre ciwanê bi navê Hülya ERTAŞ binçav kirin. Dema ciwanên din bertek li hember ve nîşandan polêsên dagirker ciwanên bi navê Sevîm AKDAĞ û Berxwedan YENÎ ku endamê Meclisa Ciwanên HDP ne jî binçav kirin. Di kêliya binçavê de gotina polêsê dagirker ‘devlet gelir alır’ balkişand. 3 Ciwan birin Muduriyeta Emniyeta Amed’ê.
Li gor agahiyên dawiyê 2 ciwanên din jî hatiye binçav kirin. Navê ciwanên ku hatine binçav kirin Metîn Yilmaz û Ûmît’ê ku paşnavê wê nehat zanîn e.