Înîsiyatîfa Gela Demokratîk ê Edene ji bo 27’ê Mijdar’ê salvegera 40 mîn damezrandina PKK pîroz bikin di taxan de belavok belav kirin û bang kirin ku herkes li derdora PKK kom bibe.
ADANA – Înîsiyatîfa Gela Demokratîk ê Edene ji bo 27’ê Mijdar’ê salvegera 40 mîn damezrandina PKK pîroz bikin di taxên ku welatiyên Kurd dijîn belavok belav kirin.
Di belavokê de 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, gelê Kurd û hemû gelên bindest tê pîrozkirin û wiha tê gotin; “Di pêvajoya dawî komploya navnetewî bi konsepta Şerê 3’emîn ê Cîhanê li Rojhilata Navîn û Kurdsitanê yê hêzên hegemon bi xelata li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê re dewam dike. Ji bo rawestandina vê komployê divê serî de ciwan, jin û gelê me û hêzên demokartîk bi şîara PKK gel e li vir e bibe xeleq. Em banga şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û hilweşîna faşîzmê û li azadkirina Kurdistanê li hemû kesê dikin. Bijî PKK.”