Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya li gel Desteya Ciwan û Sporê de banga vegera welat li ciwanên li derve kir.
GIRÊ SPÎ-Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş, Bêrîvan Xalid, hevserokên Desteya Ciwan û Sporê û komîteyên girêdayî wê yên Rêveberiya Xweser û 7 rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn. Civîn li Navenda Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
Di destpêkê de sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate şîrovekirin û îşaret bi rola ciwanan di avakirina civakan de hate kirin. Her wiha îşaret bi girîngiya ciwanên ku ji ber rewşên cuda neçarî koçberiyê bûne, hate kirin û bang li wan hate kirin da ku vegerin welat û rola xwe di avakirina pêşeroja Sûriyê de bilîzin.
Paşê kar û xebatên her 7 komîteyan û zehmetiyên ku rastî wan tên, hatin nirxandin, nîqaş li ser çawaniya çareserkirina wan hatin kirin, her wiha hate gotin divê çalakiyên sporê werin xurtkirin, alîkarî ji wan re were dayîn û hemû sazî werin sererastkirin.
Her wiha di civînê de hate destnîşankirin ku divê li dijî şêwazên xirab ku sîstemên desthilatdar hewl dide wan di nava ciwanan de belav bike, mîna madeyên hişbir, bi rêya hemleyên zanebûnê bisekinin.
Di civînê de komîteyek ku ji 7 kesan pêk tê, ji bo hûnandina rêziknameya kar û xebatên Desteya Ciwan û Sporê û komîteyên girêdayî wê yên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl hate avakirin.
Desteya Ciwan û Sporê dê dema civîna xwe ya esayî bi komîteyên xwe re diyar bike.
Civîna dawîn bi deste û komîteyan re
Ev civîna dawîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deste û komîteyên wê re bû. Dê civînên asayî bi deste û komîteyên wê re yên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl re werin lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Rêveber dê destpêka meha Kanûnê dest bi civînên bi meclisên rêveber ên Rêveberiya Xweser û 7 rêveberiyên sivîl re bike.