Li Baselê bi posterên Oclan li dijî nîjatperestiyê bi hezaran Swîsreyî peyama ‘Em rê nadin nîjatperestiyê’. Bi yek dengî dirûşmên ‘dîqet antî-faşîst hatin’ hatin qîrkirin.
Komeke nîjatperest ên bi pêşengtiya Partiya Nîjatperest a Swîsreyê (PSN) ku li Messeplatez a Baselê hatin ba hev, Paketa Koçbera a NY’ya Swîsreyê protestokirin, li dijî koçberan xwepêşandanek lidar xistin.Komên antî-faşîst û alternatîf ên nerazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan a rê dan vê çalakiyê kirin û ji bo pêşîgirtina çalakiyên nîjatperest li ser tevnên civakî xwe bi rêxistin kirin, li qada ku çalakiyên nîjatperest hatin kirin kom bûn. Bi hezaran kesên ku bi dirûşma ‘Dîqet antî-faşîst hatin’ dor li qada ku çalakvanên nîjatperest lê bûn girtin, diyar kirin ku rênadin çalakiyên nîjatperestî.
Di çalakiyê de ku polîsan ewlekariyeke mezin girtin, dem bi dem her çendî nakokî derketin jî bi yek dengî dirûşmên ‘Li Baselê em rê nadin faşîzmê’ û ‘ Em Baselek bê Nazî dixwazin’ hatin qîrkirin.
Girse piştre li rêya bajar a herî qelebalix dest bi meşê kirin û li dijî faşîzmê pankart hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.
Di axaftinên tevahî meşê de hatin kirin, hatin gotin ku li Baselê rê nadin faşîzmê, wê li dijî polîtîkayên li hember koçberan ên li gele welatan hewl tên dayîn ku bixin meryetê têkoşînê bikin.