Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Ewropayê bi girseyî tê pîrozkirin.
Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê 40’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi şehiyekê hate pîrozkirin.
Bi tevlîbûna sedan kesî bi meşaleyan meş ji Kampa Lavrîo yê destpê kir.
Di meşê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK’ê hate vekirin û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana PKK’ê’, ‘PKK Gel e, Gel li Vir e’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin qîrkirin.
Piştî meşê li Qada Lavrîo yê mîtîngek hate kirin. Mîtîng piştî deqeyek rêzgirtin û şûnde li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de salavegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin û ev tişt hate gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo û biryar DYA ya li ser sê rêveberên PKK’ê jî şermezar dikin.”
Hate gotin ku PKK li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têkoşînê dike û şehîdê pêşeng ê PKK’ê Heqî Karer û hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin ku PKK partiya şehîdan e.
Di çalakiyê de bang hate kirin ku bi xurtî tevlî pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê ku bên lidarxistin bibin.