Xwendekarên Zanîngeha Silêmanî bi çalakiyekê xwestin rêvebirê malên xwendevanan (yurd) ji kar were dûrxistin û daxwazên xwedekaran pêk werin.
https://www.youtube.com/watch?v=e9yu1VT2hyc&feature=youtu.be
Xwendekarên Wargeha nû ya Zanîngeha Silêmanî îro li ber deriyê giştî yê zanîngehê lihev kombûn û çalakiyek ya nerazîbûnê lidarxistin. Xwendekarên di nava avahiya zanîgehê de jî piştgirî d
an xwendekarên ji derve.
Xwendekaran diyar kirin ku ew ji ber kêmbûna xizmetguzariyên di nava wargeha zanîngehê de hene, hebûna kûçikên beredayî ên di nava wargehê û gotinên heqaretwarî ên rêvebirê wargehê ji bo xwendekaran bi kar anîne, ev çalakî lidarxistine.
Xwendekaran diyar kirin ku di nava Wargeha Zanîngehê de gelek kûçikên beredayî hene. Ev kûçik gelek caran êrîşê ser xwendekaran dikin. Piştî ku xwendekaran nerazîbûn nîşanî vê yekê kirin, rêvebirê wargehê gotinên heqaretwarî ji xwendekaran re kir, ji bo wê ew dixwazin rêvebirê wargehê ji kar were dûrxistin.
Xwendekar ber bi Walîtiya Silêmaniyê ve meşiyan û di van kêliyan de li ber deriyê walîtiyê kom bûne.
Tê payîn ku Rêvebirê Malên Xwendekaran Nejad Hisên îro li ser vê mijarê daxuyaniyek ya çapemeniyê bide.